XWE NASDIKIM

0
37

Serbilindim ji TEVA eslê xwe.
Bêhn fire me.
Dil xwirt im.
Xwediyê dîroka kûr û bi rûmet im.
Bi birînên hêrijan nahêşim.
Canfîda me.
Berdilk im bê dirûb û tevger.
Dewlemendê hiş û egîd im
Zanist û welatparêz im bi eşq.
Ji warê Nûh im.
Kasinî medya Qewme Kurdin û Mîtan im.
Keykûbad ê Kurdî bi nav û deng im.
Keyxusrev, Keyakser û Keykavûs ez im.
Zerdeşt û Avesta, Keya û Mîr im.
Merwanî û Eyûbî me.
Rojhilat da Mehabat û Qada Çarçira navê min.
Rojava da Serê kaniyê û kebanî rihê min.
Başûr da Kerkûk û Şînga lim.
Bakûr da Dêrsim û Amed im.
Ax û av im.
Hîv û stêrk im.
Şev û Roj ez im.
Xebatkar û Cotyar im.
Karsaz û karmend im.
Warê jiyana Kurd im.
Dibistan im.
Tovê Kurd û Kurdistan im.
Eslê nemir im.
Îro dengê min li cîhanê.
Xwediyê Kurdîstan im. Tirs, lerz û saw a heş û dilê neyar im.
Kurd û serbilind im vayê li vir im.

Hüseyin Baybaşin

57total visits,1visits today