KURD IM EZ

0

Bi hukmê bayê û tofanê na liv im.
Bi baranê şil nabim.
Nav naserêda naherikim.

Binê berf û têpiyêda nacemidim.
Ser cemedê û serejêrêda natehesim.
Qiyamanda nawestim.
Nav agir û alawiyê de germ nabim.

Ala Kurdistan im.
Sawa jiyana  neyaran.
Tirs û lerza hişê wan im.
Hewra tarî li ser cîhana wan.
Şûrêm li pêşiya zilma wan.

Ji qewmê nemir.
Ronahî û rêber.
Zana û xebatkar.
Pênivîs û pirtûk.

Hunermend.
Dengbêj.
Govendvan.
Nivîskar û zanist.

Çand û şehrîstan im.
Dibistan im.
Xizmetkarê Kurd û Kurdîstan im.
Bi rûmet im.

Dilgerm û evîndar im.
Serbilind im.
Vame li vir im.

Hüseyin Baybaşin

401total visits,4visits today