Şaşî û tevlîheviya me

0
90

Porên serê me, eniya me, birû, mijang û çavên me bi zelalî Kurdin.
Sûretên me, guhên me, çeneya me Kurdin. Loma tev xweşikin. stûyê me û pişta stûyê me jî Kurdin. Loma zeğmên.
Kesê me yên ku Kurd mane rewşa wan ewaye.
Cehş, bêbext û qeşmerê me tiştekî dinin.
Ser û ruyê wan jî weka wane.
Gotinên me yên delal û rengewîn ji bo  Kurdên aslîne.
Postên serê me û yên pêve girêdayîne û bi çav têne dîtin tev Kurdin.
Ji derve ve kû win mêzekin, winê bêjin “herê” ev seriyê Kurd û Kurdîstanîyane.
Mejiyê me Kurd û Kurd e. Mejiyê me hikumdarê herî mezine.
Dewlemendiya mejî aqil e.
Mejî, aqilê xwe bi ziman dide xeberdan û naskirin.
Ziman nebûna, emê nikaribûna aqil nasbikin.
Ziman di hundirê devê meda ye.
Mejî FERMAN dide ziman û ziman bi livandinê xeber dide.
Em zanin dewleta Tirka, li ser axa me, li welatê me,
ji zimanê mera xeberdana Kurdî qedexe kiriye.
Mejiyê  me yê Kurd, FERMAN bi Kurdî dide ziman kû xeber
bide. Ziman ji mejî bi Kurdî ferman distîne kû bi Kurdî
deng bike. Lê belê ji ber qedexebûyîna xeberdana Kurdî
bi zimanê Kurdî nikare xeber bide.
Ji ber vî yekê ziman livandinê de astengî dikişîne.
Mejî dibêje “ey ziman, biKurdi xeber bide”.
Ji ber qedexeya dewleta Tirk û Fermanê wan ziman
dilive ku bi Tirkî xeber bide. Ziman bê dil dilive.
Bi zorê Tirkî xeber dide. Zor livandina ziman, dîtina
Lêvên me digeware. Mejî û ziman bi hevûdûre dikevin
şer. Rewşa mejî tevlîhev dibe. Ziman jî pir şaş dibe.

Dagirker û neyarên Kurdan, nikarin li mejiyê Kurdan hikum
bikin. Nikarin mejiyê Kurdan jî tevlihev bikin.
Ji ber vî avayî, tevên dagirkerên li her çar perçeyên
Kurdistanê êrişî zimanê Kurdan dikin.
Piranî, dagirkerên dewleta Tirkan, li ser zimanê Kurdan
vî giqijîyê dikin. Sîstematik û bi zanati ve zilmê ji bo
qirkirina Kurdîtiyê dimeşînin. Dewleta Tirk zimanê me dîl girtiye.
Belê, ji ber viya kû, Kurdên me yên kû pir Tirkî xeber
didin, lêvên wan xwaro maro ne. Bi yek mêzekirinêk
da cudabuniya lêvên Kurdên ku piranî xeber didin tê
dîtin. Ji ber kû mejî bi Kurdî ferman dide ziman lê ziman
nikare Kurdî xeber bide. Ji bo  qedexekirina xeberdana
Kurdî, ziman zor dide xwe û bi Tirkî xeber dide.
Wexta kû ziman zor dide xwe, zor dide lêvan jî.
Lêv jî xwaro maro dibin.
Kurdên kû bi Kurdî xeber didin lêvên wan jî rast
û xweşikîn. Wek lêvên Kurdanin.
Kurdên kû piranî û bi zora tirsa qanûnên Tirkan
bi Tirkî xeber didin, tenê lêvên wan xwaro maro
ninin. Tevgerê wan, têkiliyê wan, jiyana wan, kar û
xebeta wan jî xwaro maroye û mejiyê wan jî
tevliheve. Koka şaşîtî û tevlîheviyê ev zilma dagirkerane.
Meriv dikare ji zimanekî zêdetir ziman xeber bide. Kû meriv
bi dilxwazî zimanek zêde hîn bibe. Ji ber kû zor tê de
tineye, mejî û ziman zor nadin xwe, ji ber vî astengî
û pirsgirek çê nabin. Bi zordarî, qedexekirina zimanê Kurdî,
bi zorê xeberdana Tirkî, mejî û ziman dike neyarê
hev. Ji ber viya gelêk Kurdên me yê kû Tirkî xeber didin,
di jiyana xweda dilxweş nînin. Ji xwe nefret dikin.
Xwe naecibînin. Şaş û tevlihevin. Ji nava astengiyan
xelas nabin. Ji bo me Kurdên kû bi Tirkî xeber didin.

Ev astengî derd û êşa mezine, çareseriyek derze.
Tenê yek riyek heye kû em karin jî vî astengî û tevliheviye xelas bibin.
Kû nikaribin ji vî astengî û tevliheviyê xelas bibin, em ê
nikaribin li Kurd û Kurdîtiyê xwedî derkevin.
Ji ber vî tevliheviyê gelek kesê me bûne qeşmer. Bûne weka
kûçikê li ber deriyê neyaran. Neyar, bi rehetî karin bi
hestiyan wan berdin hevûdû. Ji bo  kî bi qedexekirina ziman
wan hewisandine kû iteat bikin. Ewgas ji eslê xwe dûr
ketine kû nikarin zimanê xwe yê delal, rengemîn û dewlemend
xeber bidin. Neyarên Kurdan bi vî awayî xwedî derkevin.
Riya me eve kû em bi Kurdî bifikirin. Bi Kurdî mêze bikin û
bibînin. Xwarina Kurdî bixwin û bi Kurdî tehm bikin. Bi Kurdî
hes bikin. Bi Kurdî qedrê hevûdû bigrin. Kesên kû bûne
qeşmer û qirêj bûne, wan şermezar bikin yan jî wan bi qeşmeriya
wan ve bi hev re bihêlin.
Xwedî derketina li zimanê Kurdî xwedî derketina Kurd û
Kurdistan ê ye. Em bi piranî bi Kurdî xeber bidin. Xewên
me jî bi Kurdî bin. Zimanê xweyê dewlemend ji binê zilma
neyarên dagirker xelas bikin. Duyemîn, Kurdistana xwe jî
ji destên dagirkeran xelas bikin. Em tev bi hevûdû re vê
xizmetê ji bo xwe bikin.
Em bi Kurdî xeber bidin û bi Kurdî bijîn. Em Kurd û Kurdîstan ê
bikin yek. Em mejiyê Kurd û zimanê Kurdî li hev bînin.  Em şaşî û tevliheviya xwe bibûrînin.     Weka derveyê serê xwe
hundirê serê xwe jî bikin Kurd u Kurdistan î.
Ya sêyemîn lazime kû em Yekîtiya Dewletên Kurdistan ê ava
bikin. Li Kurdistan a serbixwe em zarokên xwe bi Kurdîzm ê
perwerde bikin. Wê demê, Kurdistan ji bo me Kurdan
ewê bibe bihuşt. Kurdîstan a serbixwe ew ê bibe bihuşta
cîhanê. Kurd û Kurdîstan her bijî. Dema we xweş.

Hüseyin Baybaşin

149total visits,1visits today