Ji bo Kurdistan a serbixwe em û şirîkên xwe

0

Roja me hatiye.
Dema seknandinê nîn e.
Tirs û lerz ê barê me girantir rewşa me xirabtir bike.
Nan, av û pêxwarin ji welatê  me tê.
Em destê xwe vedikin li welatên xelkê.
Hebûna me bi zorê ji me distînin li welatê me.
Me birçî dihêlin li war û welatê me.
Gelê cihanê tev dibînin tenê mêze dikin.
Dewlemendiya me didizin ji axa welatê me.
Didin zordarê cîhanê cebirxana distînin.
Welatê me xera dikin û me dikujin.
Gelek caran me bi hevûdû didin kuştin.
Em tev rabin serxwe bêjin û bimeşin.
Em bêjin bese hendî em ji bo  xwe ne.
Cehş û liştokên me bila ji wan re bimînin.
Tirsokên me jî bila li mala xwe rûnin.
Em bêjin em Kurdin vane li vir in.
Kurdin em xwediyê Kurdistan ê.
Kurdên ser bilind û bi rûmet.
Kurdên zana û şervan.
Rabin em bimeşin bi hev re.
Bimeşin em û bêjin vayê em tên.
Bi qerar û tertîb.
Welatê me ji bo  me ye.
Em hevalkar û şirîkên xwe dimeşin û dimeşin.
Hevalkar û şirîk tenê hewce ne ji me re.
Neyar û liştok ne ji bo  me ne.
Neyarê liştok û tirsonek gemarin.
Em tên neyarno.
Em dimeşin neyarên diz, liştok, tirsonek û gemar.
Kurdên zana, şervan bi hevalkar û şirîkên xwe re.

Em dimeşin gelên bi rûmet.
Bê tirs û lerz.
Bi qerara serkeftinê em dimeşin welato.
Kurdin em vane li vir in ji hezar salan ve.
Neyarên diz û tirsonek…
Bêbextî û zordariya we qediya.
Emin xwediyên Kurdistan ê.
Dewlemendiya me ji bo  me û hevaldestên me ye.
Keda me ji bo  Kurd û Kurdistanê ye.
Axa me, welatê me û keda me ji we neyarên
qirêj re namîne.
Em ji we re nahêlin, nahêlin û nahêlin.
Kurdin em xwediyê Kurdistan.
Nemir û serbilind.
Em besin ji bo  xwe.
Em û hevaldestên me.
Neyarên welatê me tu car nabin hevalên me.
Kurd û Kurdistan her bijîn.

Hüseyin BAYBAŞİN
04/11/2017

322total visits,1visits today

PAYLAŞ
Önceki İçerikSamimiysen eğer
Sonraki İçerikJi bo te rindê