KURD U KÜRDİSTAN (Kürtçe Şiir)

0

Em gelin gelê Kurd
Bibirînin bi êşin
Her tim serbilindin
Yekîtî xwestin û welatparêzi
Navê meye
Dehl û çîya
Kanî û çem
Deşt û zozan
Nig bi nig nexşa Kurdîstanê ye
Kurdîstan warê me ye
Êşa çarçiran
Gelîya Zîlan
Zilma li Amêde
Dersîm û Qoçgirî
Vana ê îro
Vanê do û pêr
Dîrokên tev
Şehîdên bênav
Bûn xwîn û can
Bûn şerwan
Şerwanên qehraman
Şerwanên Kurdîstan
Deng dan cİhanê
Ji Kurdîstanê
Li Berzan li Rojava li Zagros li Amedê
Bûn ala yekîtîyê
Şewq dan û gotin em gelên
Gelên Kurdîstan

Me pir zılmê dît
Me pir xwîn û can da
Lê belê
Dewletên herî mezin
Şah û padîşahên wan
Key û Keyayên wan
Alim û pêxemberên wan
Zilma wan serê wan xwar
Em Kurd u serbilind man
Em Kurdin û em natirsin
Emê xwîn û canê xwe nedin
Kurdîstana me namûsa meye
Emê namûsa xwe nedin neyaran
Bila rind û xurt deng bê we
Wan neyarên xwînxwar
Nezan û xayînên me
Liştok û cehşên me
Şerm û barême ne
Lê belê…
Ew qeşmerê neyaranin
Em Kurdin xwedîyê Medyanin
Qewmê Qawanin em
Em bûxwe agirin
Em yek tenêzî bimînin
Ji neyaranra serê xwe danaynin
Emê qeşmeran bihêlînin û neyaran biqedînin
Newroz sersala me ye
Kurdîtî dîroka me ye
Kurdên em naqedîn
Bijî Kurdên azad
Bijî Kurdîstana serbûxwe
Her bijî

Hüseyin Baybaşin,
30 Mart 2007

637total visits,3visits today